Elromano مشرف
عدد المساهمات : 1075 تاريخ التسجيل : 16/01/2010 العمر : 37 الموقع : سوريا - حلب
| موضوع: Bilbil û Gul - Cegerxwîn-HELBEST الإثنين فبراير 15, 2010 5:42 am | |
| Bilbil û Gul - Cegerxwîn
Bilbilê dilkul dinalî, Her li ser dêmên gulê, Gul çi zanî ku li ser kê, Wer dinalî bilbile?Pertewa dêmên sipî Carek li dil ku ew nedî Çend bikî qêrîn û zarî Kî dizanî dil kule?Dilgirê wek bilbilê Herdem bi nalîn û girî Girtiyê benda evînê Dil li benda sunbile.Dilbijê bê çare çibkî Bil ji qêrîn û girî Ê di benda dil revînê Kî dizanî bê dile?Ev xem û derd û elem Ku min di dil de pir civîn Tev ji pêt û pertewa Şaha bi tac û sunbileEw kesê sewdan li ser Naçî rêza dilgiran Her çiqasî ew bi gazî Rengê dengê zengileGer ji dêmên sorgulî Pertew nedî nêv can û dil Nakevî nêv bend û dava Zulfê mest û fulfileEz di benda dilrevayê Tîr ji birhan têne dil Lêw me dil herdem bi destê Nazika reş-kakileEw kesê carek diye Derdê evînê wî bi dil Jar û sergerdan û meste Xweş dizanî "mişkile"Pertewa dîdariyê Ku mêxolî ez kirim Laleşa min ser li ber Danî li sîng û paşilêBûye çil sal ku cigerxwîn Bû ji tîrên ebriwan Lew me dermanê birînê Lêv û sêvên paxile | |
|