Elromano مشرف
عدد المساهمات : 1075 تاريخ التسجيل : 16/01/2010 العمر : 37 الموقع : سوريا - حلب
| موضوع: HELBEST - Evîna Dil - Cegerxwîn الإثنين فبراير 15, 2010 5:48 am | |
|
Evîna Dil - Cegerxwîn
Evîna dil, te dil kirye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û darMe ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heştê, ji nûve bûm evîndarDiran û çav û dil pêkve şikestin Û porê min sipî bûye bi yek carBi her çaran dibî xort û dipî pîr Ji bona min nema hêjan e her çarNezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê dinav pencên gurê harCihan pêkve di çavê min de xweş bû Niha, pîr im, di çavê min de bû sarŞeva reş pej vedane, hate ser min Ku roja min liber ava ye, êvarCiwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayarEvîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ne zengo û ne hevsarLi kû dimrim, diçim kû, ez nizanim Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar?Ketim heştê û serjêr bûme deştê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha ez bûme keftarBi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz Dinalim ez wekî Hirçê birîndarCigerxwîn bes bibêje, pir dirêje Bese kurdo, ji xew rabe tu hi?yar | |
|